Di nav 7 rojan de 15 pasdar û besîcên îranî li Sûriyê hatin kuştin!

 

Hewlêr (Rûdaw) – Fermandeyekî din ê hêza Pasdaran a Îranê li Sûriyê hat kuştin.

Hêza pasdaran a Îranê eşkere kir ku fermandeyê yekîna pasdaran a bajarê Kerecê yê Îranê bi navê Ebdureşîd Reşvend, 3 roj berê, di şer de li nêzîkî bajarê Helebê yê Sûriyê hatiye kuştin.

Li gorî çavkanî û malperên nêzîkî pasdaran, çend roj berê jî 7 besîcên (milîs) îranî û 7 besîcên pakistanî yên li Îranê dijîn, di şerê Sûriyê de hatine kuştin û cenazeyên wan veguhestine Îranê.

Hinek çavkaniyan jî eşkere kirine ku komek milîsên efxanî yên li Îranê dijîn jî di şerê Sûriyê de hatine kuştin.

Tê gotin ku di heyama 2 mehên borî de herî kêm 70 pasdar û milîsên Îranê di şerê Sûriyê de hatine kuştin.

Her çiqas Îran bi awayekî aktîv di şerê Sûriyê de beşdar e lê rayedarên dewletê vê yekê vedişêrin û pasdar û milîsên ku di şerê Sûriyê de tên kuştin wek “parêzvanên ziyaretgeha Hz. Zeyneb” didin nasîn.