Şandeyeke bilind a Herêma Kurdistan û Îraqê li Tehranê ye

Hewlêr (Rûdaw) – Şandeyeke bilind a Herêma Kurdistan û Îraqê çû Tehrana paytexta Îranê.

Di şandeyê de Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed û Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Îraqê Qasim Erecî cih girtin.

Li gorî daxuyaniya Bexdayê, mijara serdanê peymana ewlehiya sînoran e.

Li gorî daxuyaniya Saziya Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê, bi fermana Serokkomarê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Îraqê Qasim Erecî û Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ji bo peymana di navbera Îraq û Îranê de çûn Tehranê.

Sekreterê Encûmena Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê û Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê, 19ê Adara 2023yan li Bexdayê rêkeftineke ewlehiyê îmze kir.

Ew rêkeftin li ser çalakiyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê bû.

Rêkeftin bi navê ewlehiya sînorî ya di navbera her du welatan de bû.

Li gorî rêkeftinê, divê hemû partiyên Rojhilatê Kurdisatanê yên li Herêma Kurdistanê, heta 19ê Îlonê bihatana bêçekkirin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê berî niha bi bîr xistibû ku dema rêkeftinê dê bi ti awayî neyê dirêjkirin û hişyariyên xwe dubare kiribûn.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, roja 13ê Îlonê baregehên partiyên Kurdistanî hatin valakirin û kampên bajarokê Sîdekan û devera zozana Zînê ya navçeya Soranê ya Hewlêrê radestî hêzên nobedarên sînor ên Îraqê hatin kirin.

Îranê gelek caran kamp û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê bi dronên kamîkaze bombebaran kiriye.