Rojhilat- Mamosta ji ber kêmbûna mûçe daketin kolanan

Sine (Rûdaw) – Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, mamosta neçûn ser kar û li dijî kêmbûna mûçe û hebûna ferqûcudatiyê di sîstema perwerdeya Îranê de xwepêşandan kirin.

Îro li gellek bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê mamosta neçûn ser polên dersê û li dijî kêmbûna mûçe û nebûna dadperweriyê di sîstema perwerdeya Îranê de daketin kolanan.

Mamostayên kurd li bajarên Sine, Bokan, Ciwanro, Kirmaşan, Seqiz, Merîwan û Pîranşarê nerazîbûna xwe li dijî kêmbûna mûçe anîn ziman û ji hikûmetê xwestin, daxwazên wan bicîh bîne.

Li bajarên Xurasan, Loristan, Hurmuzgan, Xûzistan, Fars Qezwînê û gellek deverên din ên Îranê jî bi hezaran mamosta ji hikûmetê xwestin, mûçeyê wan zêde bike û ferqûcudatiyê di sîstema perwerdeyê de nehêle.

Li paytext Tehranê jî, komek mamosta li der avahiya parlamentoyê kom bûn û nerazîbûna xwe anîn ziman.

Mamostayên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 40 roj berê hişyarî dabûn Wezareta Perwerdeyê ya Îranê ku eger mûçeyê wan neyê zêdekirin dê roja yekê Adarê (îro) xwepêşandanê bikin.