Îsraîl: Me ava deryayê berda tunelên Hemasê

Hewlêr (Rûdaw) – Artêşa Îsraîlê piştrast kir ku wan ava deryayê berdaye tunelên Hemasê yên li Xezeyê.

Artêşa Îsraîlê bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku wan gelek ava deryayê berdaye hinek tunelên Hemasê.

Îsraîlê da zanîn, wan lêkolîn kirine û hewl daye ku xisar negihe avên binê erdê.

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de hat gotin, “Bi vê pergala ku ji aliyê artêşa Îsraîlê û saziyên ewlehiyê yên Îsraîlê ve hatiye bipêşxistin, li dijî avahiya binê erdê ya Xezeyê operasyon tên kirin.”

Şerê Hemas û Îsraîlê yê ku 7ê Çiriya Pêşîna 2023yan piştî êrişa Hemasê dest pê kir, niha li navenda Xezeyê didome.

Li gorî çavkaniyên li Xezeyê, di êrişên Îsraîlê de heta niha 26 hezar û 751 kes hatine kuştin.