Li Erziromê ji ber berfê rêyên bi dehan gundan hatin girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê ji ber berfa zêde rêya 76 gundan hat girtin û barîna berfê berdewam e.
Li seranserê parêzgehê berf û baran berdewam e û bandoreke neyînî li çûn û hatinê kiriye.
Li gorî Şaredariya Bajarê Mezin a Erziromê ji ber berfa zêde rêya 76 gundan girtî ye û çûn û hatin nayê kirin.
Şaredariyê diyar kir ku tîmên rûbirûbûna berfê dest bi kar û xebatên vekirina wan rêyan kirine û kar berdewam e.
Doh jî li parêzgehên Wan, Mûş û Bedlîsê ji ber berf û pûkê rêya 276 gundan hatibû girtin.
Li gor Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê dê 15 rojan sir û seqem berdewam be.