Îran dê kesûkarên qurbaniyên firokeya Ukraynî qerebû bike

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Îranê îro di kombûna Kabîneya Wezîran de qerebûkirina malbatên qurbaniyên firokeya Ukraynayê pesend kir ku Çileya îsal li Tehranê ji aliyê hêzên ÎRanê ve bi xeletî hatibû xistin.

Cîgiriya Serokomariya Îranê bo karûbarên yasayî piştî civîna Kabîneya Wezîran a bi serpereştiya Hesen Rûhanî daxuyaniyek belav kir û ragihand, “Hikûmeta Îranê biryar da Wezareta Rê û Bînsaziyê, bi hevkariya wezaretên peywendîdar, 150 hezar dolar wek qerebû bide malbatên her yek ji qurbaniyên firokeya Ukraynî.”

Bi giştî ew pereyê ku divê Îran bide kesûkarên wan kesên di wê bûyerê de canê xwe ji dest dane, digihije 26 milyon û 400 hezar dolar.

Li gor medya fermî ya Hikûmeta Îranê, ew pere bêyî ciyawazî bi malbatên qurbaniyên Îranî û biyanî dê bê dayîn. Herwiha di daxuyaniya hatiye belavkirin de tê gotin, “Ew pere bi li berçavgirtina ziyanê û li gor mafên navdewletî hatiye dabînkirin û di zûtirîn dem de dê bi malbatên qurbaniyan bê dayîn.”

Roja Çarşemê, 08.01.2020, firokeyeke rêwiyan a Ukraynî ya li ser hêla Tehran-Kievê, 6 xulek piştî rabûnê ji firokexaneya Tehranê, li nêzikî bajarê Şehriyar li parêzgeha Tehranê kete xwarê.

Di wê firokeyê de 167 rêwî û 9 kes ji tîmên xizmetguzariyê hebûn. Piraniya rêwiyan Îranî bûn, lêbelê hemwelatiyên Efxanistan, Almanya, Swêd, Ukrayna û Kanadî jî tê de hebûn.

Herwiha 12 kes ji wan rêwiyan, xelkê Rojhilatê Kurdistanê bûn, lê hemwelatiyên Kanadayê bûn û yek ji wan jineke ducanî bûye. 5 kes xelkê Mehabad, dayik û zarokek ji Kirmanşanê û herwiha malbateke 3 kesî jî xelkê Seqizê bûn.

Sererkaniya Artêşa Îranê derbarê ketina firokeya rêwiyan a Ukraynayê de li Tehranê, daxuyaniyek belav kiribû û ragihandibû, ew firokeya Ukraynî li navendeke serbazî ya hestyar nêzîk bûye û ‘bi şêweyekî nexwastî û bi xeletiyeke mirovî’ bi ber mûşekeke sîstema berevaniyê ya Îranê ketiye.

Li gor daxuyaniyê, ew firoke ji Firokexaneya Îmam Xumeynî li Tehranê rabûye û bi nizmî bi ser wê navenda serbazî de derbas bûye.

Serokomarê Îranê, Hesen Rûhanî jî li ser hesaba xwe ya Twîtterê ragihandibû, “Lêkolînên hêzên çekdarî gihiştine wê encamê ku, mixabin şaşiyeke mirovî bûye sedema têkbirina firokeya Ukraynî û canjidestana 176 kesên bêtawan.”