Li Libnanê çend penaberên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hatine kuştin?

Hewlêr (Rûdaw) - Di êrişên Îsraîlê de li Libnanê 137 penaberên ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hatine kuştin.

Êrişên asmanî yên Îsraîlê yên li Libnanê di roja 9emîn de berdewam dikin.

Sekreterê Giştî yê Hizbulahê Hesen Nasralah jî 27ê Îlonê li Beyrûta paytexta Libnanê di bombebarana Îsraîlê de hatibû kuştin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di 9 rojên êrişên Îsraîlê de 137 penaberên ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê yên li Libnanê hatine kuştin.

Her wiha SOHRê da zanîn ku di nav penaberên Sûriyeyê yên ku hatine kuştin de 27 jin û 40 zarok jî hene.

Li aliyê din li gorî zanyariyên SOHRê, ji destpêka şerê Xezeyê ve li Libnanê bi giştî 172 penaberên ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê di bombebaranên Îsraîlê de hatine kuştin ku di nav wan de 31 jin û 45 zarok hene.