Fermandarekî Hemasê hat kuştin
Hewlêr (Rûdaw) – Fermandarekî Hemasê, li başûrê Libnanê di êrişeke asmanî ya Îsraîlê de hat kuştin.
Hemasê xebera kuştina fermandarê xwe bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand.
Li gorî daxuyaniyê, Fermandarê Hemasê yê Libnanê Fetah Şerîf Ebû Emîn li mala xwe ya li Kampa Busê ya li başûrê Libnanê hatiye kuştin.
Di heman êrişê de hevjîna wî, kurê wî û keça wî jî hatine kuştin.
Îsraîlê êrişî navenda Beyrûtê kir
Li hêla din, Îsraîlê şeva borî êrişî navenda Beyrûtê kir û di vê êrişê de jî 4 kes hatin kuştin.
Divê were gotin ku ev cara ewil bû ku Îsraîl êrişî navenda Beyrûta paytexta Libnanê dike.
Îsraîlê demên dawiyê êrişên xwe yên li Libnanê zêde kirine û serok û fermandarên Hemas û Îsraîlê dike hedef.
Sekreterê Giştî yê Hizbulahê Hesen Nasralah 27ê Îlonê li Beyrûta paytexta Libnanê hat kuştin.
Artêşa Îsraîlê 28ê Îlonê ragihand ku wan Hesen Nasralah kuştiye û Hizbulaha Libnanê jî heman rojê kuştina wî piştrast kir.