Hulusî Akar gef li Îmaratê xwar: Em dê hesab jê bixwazin

Hewlêr (Rûdaw) -  Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar ragihand ku welatê Îmaratê, bi mebesta ku ziyanê bide Tirkiyê piştevaniya hinek “rêxistinên terorîst” dike, lê ew dê di demek û ciheke guncaw de hesab ji wî welatî bixwazin.

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar di hevpeyvîneke ligel El Cezireyê de îdia kir ku rêveberiya Îmaratê, li dijî welatî wî, piştevaniya hinek rêxistinan dike.

Hulusî Akar got: “Îmarat ji bo ziyanê bide Tirkiyê, piştevaniya hinek rêxistinên terorîst dike. Bila Îmarat li gor hêz û bandora xwe tevbigere. Em dê di demek û ciheke guncaw de hesab jê bixwazin.”

Bi gotina Akar rêvebriya Ebu Dabî, xizmeta armancên siyasî û leşkerî yên hinek welatan dike.

Akar dibêje: “Îmarat, Erebistana Siûdî, Misir, Rûsya û Fransa eger piştevaniyên xwe bo Hefterê neraswetîne, Hefter dê aramiyê têk bide. Divê ev welatên navborî pêşiyê li ber Heftarê bigirin û pirsa Sirte û Juffrayê çareser bikin.”

Serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî ku piştevaniya Hefterê dike ragihandibû ku Sirt-Jufra ji bo wan xeta sor e, eger ew der were debaskirin dibe ku hêza leşkerî li dijî wê re bikaranîn û ew dikarin bi awayekî herî bilez hevkêşeya leşkerî ya li Lîbyayê biguherin.

Derbarê vê mijarê de jî Akar anî ziman ku divê Misir li ser polîtikaya xwe ya Lîbyayê pêdeçûnekê bike û got: “Ez ji bo Misirê pêşniyar dikim ku xwe ji daxuyaniyên xizmeta aştiya Lîbyayê neke û ber bi aloziyan ve dibe dûr bixe.”

Li Lîbyayê ji sala 2011ê ve û piştî rûxana rejîma Muemer Qezafî, şerekî navxweyî yê dijwar heye, bi taybet di navbera du hikûmetên li rojava û rojhilatê wî welatî de.

Tirkiye ku niha li Lîbyayê serbazên wê hene, piştgiriya hikûmeta Fayîz Serac dike li dijî hêzên Xelîfe Hefter, Misir û Îmarat jî piştgiriya Xelîfe Hefter û eşîrên Lîbyayê dikin ku dijî hikûmeta Fayiz Serac şer dikin.