Artêşa Tirkiyê gundên Bab, Minbic û Girê Spî topbaran kir

Topbarana navçeyeke di jêr kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk de ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdarên Sûrî yên ser bi wî welatî ve.

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve çend gundên ser bi Minbic, Bab û Girê Spîve  topbaran kirin.

Çavkaniyên xwecihî belav kirine ku şeva bihorî Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ser bi wê ve, çend gundên Minbic û Babê bi hawnan topbaran kirine. Li gor heman çavkaniyan, Tirkiyê ji bingehên xwe yê Şêx Nasir, Şiwêhe û Zerzûr li rojhilatê Babê, gundên Irêmê, Yalnî û Fewaris topbaran kirine.

Herweha di heman demê de, Tirkiyê ji bingehên xwe yên Yaşlî û Kerbiclî, bi dehan top avêtine gundên Mihsinlî, Ereb Hesen, Eseleiyê, Camûsiyê, Seyade li bakurê rojavayê Minbic.

Li gor zanyariyan, Tirkiyê her şeva bûrî gundê Bîloniye û Şêx Îsa li Şehbayê, herweha gundê Zenûbiya li gundewarê Girê Spî bi hawnan topbaran kiriye.