RÛDAW TAYBET - Koçberên Xezeyê agirbesteke bi berdewamî dixwazin

Xeze (Rûdaw) - Agirbesta Îsraîl û Hemasê nebûye derfet ku êşa koçberên Xezeyê yên li kampan dijîn bi temamî kêm bibe.

Agirbesta demkî ya Îsraîl û Hemasê, koçberên Xezeyê kêfxweş nekiriye û ew agirbest û aramiyeke bi berdewamî dixwazin.

Koçberên Xezeye dibêjin dema agirbestê rê bi wan nehatiye dayîn ku vegerin malên xwe. 

“Di dema agirbestê de em hinekî rihet bûn”

Koçbera Xezeyî ya bi navê Îmam Xerîsê ji Rûdawê re behsa zehmetiyên jiyana xwe û zarokên xwe kir:

“Tevî zehmetiyên koçê, ji bo parastina xwe û zarokên xwe em bi dirêjkirina agirbestê dilxweş in.  

Herwiha bi saya agirbestê hejmara şehîdan kêm dibe. Di dema agirbestê de em hinekî rihet bûn û zarokên me dikarin bigerin û bilîzin.

Berî agirbestê em nedikarîn derkevin, tenê em diçûn me hin kelûpelên pêwîst dikirî û em vedigeriyan. Berî agirbestê tirseke mezin hebû.”

“Zarokên me nexweş in”

Hecî Fatîme Necara ji Xezeyê ku zêdetirî 50 rojan e koçber bûye ji Rûdawê re behsa zehmetiyên jiyana xwe û neviyên xwe kir:

“Ji destpêka şer ve em hatine vê derê, gelek zehmetî hene, zarokên me nexweş in. Em berdewam wan dibin nexweşxaneyan.

Niha jî ji ber şer avûhewa pîs e. Zarok hemû bi zikçûn û vereşînê ketine. Rewş gelekî zehmet e. Nexweşiyê gelekî bandor li wan kiriye.”

Ew dixwazin şer bi temamî were rawestandin

Koçber ji ber şewbê û nexweşiyan bi taybetî di nav zarokan de, gelek zehmetiyan dikişînin.

Tevî aramiya ku piştî agirbestê li Xezeyê û di nav koçberan de heye ew dixwazin ku şer bi temamî were rawestandin û sînorek ji bo êş û zehmetiyên wan û zarokên wan bê danîn.