Neîm Qasim bû sekreterê nû yê Hizbulaha Libnanê
Hewlêr (Rûdaw) – Hizbulaha Libnanê diyar kir ku Neîm Qasim wekî sekreterê nû yê Hizbulahê hatiye erkdarkirin.
Hizbulaha Libnanê da zanîn ku piştî şêwirdarî û şêwazên hilbijartina sekreterê giştî yê Hizbulahê û armancên Hizbulahê biryar hat dayîn ku Şêx Neîm Qasim wekî sekreterê nû were erkdarkirin.
Sekreterê Hizbulahê Hesen Nasralah 27ê Îlona 2024an di êrişa Îsraîlê ya li Beyrûta paytexta Libnanê hatibû kuştin.
Hizbulahê piştî kuştina Hesen Nasralah biyar da ku Haşim Sefiyedîn wekî sekrterê nû hilbijêre lê piştî kuştina Nasralah bi hefteyekê Îsraîlê diyar kir ku wan xelefê Hesen Nasralah Heşim Sefiyedîn jî kuştiye.
Hizbulaha Libnanê 23yê Çiriya Pêşîn kuştina Haşim Sefîyedin piştrast kiribû.
Hizbulaha Libnanê 23yê Çiriya Pêşîn kuştina Haşim Sefîyedin piştrast kiribû û diyar kiribû ku ew şînê ji bo sekreterê pêşeng û dîndarê mezin Haşim Sefiyedîn digerînin.
Neîm Qasim kî ye?
- Sala 1953yan li gundê Kefer Fîlayê yê Libnanê ji dayîk bûye.
- Şîe ye û ji mezheba 12 Îmaman e.
- Di navbera salên 1991-2024an de Alîkarê Sekreterê Hizbulahê bû.
- Li Zanîngeha Libnanê beşa Kîmyayê xwendiye.
- Yek ji damezirînerê Yekitiya Xwendekarên Misilmanan ê Libnanê ye.
- Di salên 1974-1988an de Serokê Komeleya Perwerdeya Îslamî bû.
- Yek ji damezrînerê Hizbulahê ye.
- Heta niha 26 pirtûk nivîsandine.
- Piraniya pirtûkên wî li ser mezheba Şîe û kesayetiyên mezhebî yên Şîeyan in.