Kê ji Îsraîlê re cihê Sekreterê Hizbulahê eşkere kir?

Hewlêr (Rûdaw) - Hat îdiakirin ku ajanekî Îranî cihê Sekreterê Hizbulahê Hesen Nasralah ji Îsraîlê eşkere kiriye.

Artêşa Îsraîlê 28ê Îlonê ragihand ku wan Hesen Nasralah kuştiye û Hizbulaha Libnanê jî heman rojê kuştina wî piştrast kir.

Fermandarekî bilind ê Îranê jî di êrişa Îsraîlê ya li Beyrûtê de li gel Sekreterê Giştî yê Hizbulaha Libnanê Hesen Nasralah hat kuştin.

Supaya Pasdaran a Îranê ragihand, Fermandarê Operasyonên Supaya Pasdaran General Abbas Nîlfiroşan di encama êrişa asmanî ya Îsraîlê de li Libnanê hatiye kuştin.

Li gorî îdiayan ajanekî Îranê cihê Hesen Nasralah ji Îsraîlê re eşkere kiriye.

Rojnameya Le Parisienê ya Fransayê ragihand ku cihê Nasralah beriya êrişî ji aliyê ajanekî Îranî ve hatiye piştrastkirin.

Li gorî nûçeyê, ajanê Îranê ji Îsraîlê re da zanîn ku Nasralah plan heye ku dê here navenda Hizbulahê ya li herêma Dahiyeyê.

Wî ajanê Îranê her wiha ji Îsraîlê re eşkere kirye ku kengê Nasralah dê bigihêje Dahiyeyê.

Li gorî nûçeya Le Parisienê, Nasralah û Abbas Nîlfiroşan piştî merasîma cenazeyê Fermandarê Hizbulahê Mihemed Huseyîn Surur ji bo civîneke awarte bi hev re çûne Dahiyeyê.

Li gorî nûçeyê, di civîna Nasralah de 12 fermandar amade bûn û  Abbas Nîlfiroşan jî di wê êrişê de hatiye kuştin.

Di êrişên asmanî yên Îsraîlê de li herêma Dahiyeyê ya Beyrûtê 6 bîna yekser wêran bûbûn.