Dê kî cihê Hesen Nasralah bigire?

Hewlêr (Rûdaw) – Tê pêşbînîkirin Haşim Sefiyedîn cihê Hesen Nasralah bigire.

Sekreterê Hizbulahê Hesen Nasralah 27ê Îlonê li Beyrûta paytexta Libnanê hat kuştin.

Artêşa Îsraîlê 28ê Îlonê ragihand ku wan Hesen Nasralah kuştiye û Hizbulaha Libnanê jî heman rojê kuştina wî piştrast kir.

Niha divê Hizbulah xelefê Nasralah destnîşan bike û ev mijar rojeveke cîhanî ye.

Pispor texmîn dikin ku dê Haşim Sefiyedîn cihê Nasralah bigire û bibe lîderê nû yê Hizbulahê.

Haşim Sefiyedîn kî ye?

Haşim Sefiyedîn 1964an li gundekî bajarê Tireyê yê Libnanê hatiye dinê.

Ji ber ku xizmê Hesen Nasralah e di demeke kurt e di nava Hizbulahê de bi pêş ketiye.

Ji bo perwerdeya îlahiyatê çûye Necefê lê piştî ku Nasralah bûye lîderê Hizbulahê dev ji perwerdeya xwe berdaye û sala 1990î vegeriyaye Beyrûtê.

Haşim Sefiyedînê ku niha 60 salî ye ji karên siyasî yên Hizbulahê berpirsiyar e û di Lijneya Cîhadê ya ku ji karên leşkerî berpirsiyar e de jî xwedîdev e.

Sefiyedîn zêdetir meyla xwe daye karên dîplomatîk û burokratîk û karên siyasî disipartin mixaletiyê xwe Hesen Nasralah.

Haşim Sefiyedîn bi nêzîkbûna xwe ya bi Îranê re tê naskirin û birayê wî Ebdulah balyozê Tehranê ye.

Amerîkayê sala 2017an ew xistiye lîsteya terorîstan û gelekî nêzîkî Hemasê ye.

Li hêla din, kurê wî bi keça Qasim Silêmanî re zewiciye.

Fermandarê Hêza Qudsê ya Pasdarên Îranê Qasim Silêmanî sala 2020î li Bexdayê ji aliyê Amerîkayê ve hatibû kuştin.