Netanyahu li ser kuştina Hesen Nasralah axivî

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li ser kuştina Hesen Nasralah cara ewil axivî.

Sekreterê Hizbulahê Hesen Nasralah 27ê Îlonê li Beyrûta paytexta Libnanê hat kuştin.

Artêşa Îsraîlê 28ê Îlonê ragihand ku wan Hesen Nasralah kuştiye û Hizbulaha Libnanê jî heman rojê kuştina wî piştrast kir.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu da zanîn, “Gavek bû ku dê salên pêşiya me hevsengiya hêzê ya li herêmê biguhere” û got:

“Me ji qatilekî hesab pirsî ku ji kuştina gelek welatiyên Amerîka û Fransayê berpirsiyar e.”

Netanyahu got, “Nasralah motora sereke ya mîhwera xerabiyên Îranê bû” û diyar kir ku Nasralah û hevalên xwe mîmarên plana nehiştina Îsraîlê bûn.

“Kuştina wî şertekî sereke bû”

Benjamin Netanyahu ragihand ku wî fermana kuştina Nasralah daye û li pey çû:

“Ne tenê Îranê ew dixist nava tevgerê, di gelek rewşan de wî jî Îran dixist nava tevgerê.

Kuştina Nasralah ji bo ku em bigihin armancên xwe şertekî sereke bû.

Eger ew sax bûya dikarîbû şiyanên Hizbulahê bi awayekî bi lez rehabîlîte bikira.

Min jî ferman da û Nasralah êdî ne bi me re ye.”

Serokwezîrê Îsraîlê daxuyand ku dê kuştina Hesen Nasralah bandorê li vegera dîlan jî bike û wiha got:

“Ne tenê dê şêniyên bakur vegerin malên xwe, di heman demê de dê vegera dîlên me yên başûr jî bi lez bibe û gavek bû ku dê salên pêşiya me hevsengiya hêzê ya li herêmê biguhere.

Rojên pêşiya me dê hinek zehmetî bên pêşiya me lê em dê ji heqî wan derkevin.”

“Kî êrişî me bike em dê jî êrişî wan bikin”

Benjamin Netanyahu amaje pê kir ku ew dikarin êrişî hemû welatên li Rojhilata Navîn bikin û berdewam kir:

“Kî êrişî me bike em dê jî êrişî wan bikin. Li Îranê û Rojhilata Navîn cihek nîne ku destê dirêj ê Îsraîlê negihiyê.

Hûn îro dizanin bê ev çi qasî rast e. Dijminên me beriya niha bi salekê êrişî me kir û ew difikirîn ku Îsraîl ber bi nemanê ve diçe.

Piştî salekê êriş li ser êrişê, serkeftin li ser serkeftinê. Ew fêhm dikin bê ma hêviyên wan çawa şikestin.”