Îsraîl: Desthilatdarên nû yên Sûriyeyê komek terorîst in
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê desthilatdarên nû yên Sûriyeyê wekî “komek terorîst” bi nav kir.
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar di civînekê de li wezaretê li ser rewşa Sûriyeyê got:
“Li cîhanê xelk behsa guhertineke rêxistinî ya rejîmê li Sûriyeyê dikin lê tişta qewimiye ne ew e hikûmeteke nû bi awayekî demokratîk çûbe ser desthilatê.”
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar anî ziman:
“Gefeke eşkere ji aliyê Erdogan ve li ser Rêveberiya Xweser a Kurdan (li Rojavayê Kurdistanê) heye.”
Saar bi awayekî behsa desthilatdarên nû yên Sûriyeyê kir û da zanîn:
“Komek terorîst in ku berê li Îdlibê bûn, wan piştre dest danî ser Şama paytext û herêmên din.”
8ê Kanûna 2024an çekdarên Heyeta Tehrîr El Şamê û komên hevpeymanên wê çûn nav Şamê û dawî li desthilata rejîma Beşar Esed anî.
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar li ser rewşa Sûriyeyê her wiha anî ziman:
“Cîhan dixwaze rejîmeke ewle li Sûriyeyê bibîne, ji ber ku welat dixwazin wan kesan vegerînin ku berê ji Sûriyeyê reviyabûn lê ya niha tê dîtin ne bi wî rengî ye.”
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar got:
“Şer li gel Elewiyan heye, gefeke eşkere ji aliyê Erdogan ve ji bo nehiştina Rêveberiya Xweser a Kurdan heye, êrişkirina ser civaka Xirîstiyan jî heye.”
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar her wiha da zanîn:
“Hikûmeta nû ya Sûriyeyê, rejîmeke Îslamî ye ku dixwaze hemû Sûriyeyê bixe bin kontrola xwe.”