Di êrişên Îsraîlê yên li Libnanê de 1030 kes hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Tenduristiyê yê Libnanê Fîras Ebyad ragihand ku di encama êrişên Îsraîlê yên ji 16ê Îlonê vir ve yên li wî weklatê de hezar û 30 kes hatin kuştin, 6 hezar û 352 kes jî birîndar bûn.

Wezîrê Tenduristiyê yê Libnanê Fîras Ebyad di civîna çapemeniyê ya li Beyrûtê de derbarê hejmara kesên ku di şerî ji 8ê Çiriya Pêşîna 2023yan vir ve, yê di navbera Îsraîl û Hîzbulahê de hatin kuştin agahî dan.

Fîras Ebyad da zanîn ku di êrişên Îsraîlê yên di navbera 16ê îlonê û 27ê îlonê de 1030 kes hatin kuştin.

Ebyad agahî da ku di nav 1030 kesên ku di 2 hefteyên dawî de hatin kuştin de 156 jin û 87 zarok hene û got ku di vê maweyê de 6 hezar û 352 kes jî birîndar bûn.

Ebyad her wiha da zanîn ku di êrişên ku Îsraîlê ji duh ve birine ser Libnanê de 11 kes hatin kuştin û 108 kes birîndar bûn.

Her wiha li gorî daxuyaniyê  ji 8ê Çiriya Pêşîna 2023yan vir ve hezar û 640 kes hatin kuştin, 8 hezar û 408 kes birîndar bûn.

Ebyad agahî da ku di êrişên Îsraîlê de heta niha 194 jin hatin kuştin û bal kişand ku kesên ku hîn jî ji bin kavilan nehatine derxistin an jî nasnameyên wan nehatiye diyakirin hene.