Erdogan li ser êrişên Îsraîlê yên li Libnanê daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî êrişa Îsraîlê ya li Libnanê got, “Ti kesê xwedî wijdan vê êrişê qebûl nake.”

Şer û pevçûnên di navbera Hizbulah û Îsraîlê de piştî destpêkirina şerê Xezeyê ya 7ê Çiriya Pêşîna 2023yan dest pê kir.

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand ku Sekreterê Giştî yê Hizbulaha Libnanê Hesen Nasralah di êrişeke li başûrê Beyrûtê de hatiye kuştin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser  hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê êrişên Îsraîlê yên li Libnanê daxuyanî da.

Erdogan wiha got:

"Îsraîl ji 7ê Çiriya Pêşîna 2023yan vir ve, polîtîkaya komkujî, dagirkerî û îstilayê dimeşîne û hedefa nû jî Libnan û gelê Libnanê ye.

Di encama êrişên hovane yên Îsraîlê de di nava hefteya dawî de zarok jî di navê de gelek Libnanî hatine kuştin.

Ti kesê xwedî wijdan vê êrişê qebûl nake, nikare rewa bibîne.

Hikûmeta Îsraîlê bi saya hêzên ku alîkariya çek û cebilxaneyê didin qetlîamên wê her diçe hiqûqa navneteweyî nas nake."

Erdogan her wiha got ku Îsraîl dixwaze polîtîkaya xwe ya li Xeze û Ramellahê li Libnan û herêmên din belav bike, divê êdî jê re bê gotin “bes e” û wiha domand:

"Ez êrişên Îsraîlê yên dervayî mirovî yên dijî Libnanê lanet dikim, ez ji Xwedê hêviya rehmetê ji qurbaniyan re û hêviya şifayê ji birîndaran re dixwazim.

Gorî baweriya me divê alema Îslamê dijî van êrişan sekneke biryardar nîşan bide.”