Artêşa Rûsyayê derbasî Rojavayê Kurdistanê bû

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzeke Rusyê derbasî navçeya Til Rifet ya li Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê bû.

 

Li gorî hin medya û rûpelên nêzîkî Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Hêzeke Rusyê îro duşembiyê derbasî navçeya Til Rifet ku di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk de ye, bûye.

 

Wan çavkaniyan dane xuyakirin, ku hinek zirêpoş û hejmarek serbazên artêşa Rusyayê çûne bajarokê Til Rifet ku dikeve Kantona Şehbayê ya Rojavayê Kurdistanê.

 

Hate ragihandin ku, ew hêza Rusî ku çûye Til Rifetê, bi hemahengiya li gel YPGê û bi armanca rawestandina topbaranên artêşa Tirkiyê û hêzên dijbereya Sûriyê li ser wan deveran, derbasî wê deverê bûye.

 

Artêşa Tirkiyê û hêzên dijbereya Sûriyê yên girêdayî wî welatî, piştî operasyona Mertala Firatê û kontrolkirina Cerablus, Elraî û Bab û gundên wê herêmê, cihên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Yekîneyên Parastina Gel de topbaran dikin.

 

Hêzên çekdar ên dijbereya Sûriyê ji Ezaz, Marih û Dabiqê ve gundên Efrîn, Til Rifat û devera Şehbayê didin ber topan.

 

Ji sala 2016ê ve YPGê û HSDê bajarokê Til Rifet, firokexaneya Minix a leşkerî û çend gundên ser bi Til Rifetê ve kontrol kirine.

 

Herwiha hêzên HSDê îsal jî hevdem li gel operasyona artêşa Tirkiyê li bakurê Helebê, çend gund li devera Şehbayê jî kontrol kiribûn.