Heciyekî Sûrî yê ku li Qamişloyê dijiya li Girê Erefê koça dawî kir

Hewlêr (Rûdaw) - Heciyekî Sûrî ku li bajarê Qamişlo yê Rojvayê Kurdistanê dijiya û bi rêya Hewlêrê çûbû Hecê, li Girê Erefê koça dawî kir.

Heciyê Sûrî yê bi navê Dr. Hecî Hesen Xelîlo duh êvarê piştî ku çû Girê Erefê bi celteya dil koça dawiyê kir.

Hecî Hesen Xelîlo roja 16ê vê mehê, bi grûpa Rîtac El-Keabe re ji Hewlêra peytexta Herêma Kurdistanê bi heciyên Rojavayê Kurdistanê re çûbû Hecê.

Serokê Grûpa Rîtac El-Keabeyê Hecî Ebdilîlah Keleş beşdarî bultena Rûdawê ya taybet bo Rojava bû û di derbarê koça dawî ya Hecî Hesen Xelîlo de bersiva pirsên Dilbixwîn Dara bû.

Hecî Ebdilîlah Keleş diyar kir ku dema ku ji Girê Eferê bi rê ketine ku vegerin, celta dil Hecî Hesen Xelîlo daye û li wê derê canê xwe ji dest daye.

Keleş da zanîn ku wan hemû proseyên qanûnî û belgeyan temam kirine û destûr ji malbata Xelîlo hatiye wergirtin ku wî li Mekeyê veşêrin. Herwiha Keleş diyar kir ku piştî nimêja cenaze, wan Xelîlo li Mexbera Mekeyê bi axê ve spartine.

Li aliyê din Serokê Grûpa Rîtac El-Keabeyê Hecî Ebdilîlah Keleş ragihand ku piştî temam kirina erkên hecê ew dê di 11ê Temûzê de vegerin Herêma Kurdistanê.

Heciyê Sûrî Dr. Hecî Hesen Xelîlo, li bajarê Cisir El-Şixûr yê Idlibê ji dayîk bûbû û li Qamişloyê dijiya.