Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê qonaxa sêyem a asayîbûna jiyanê destpê dike

Hewlêr (Rûdaw) - Ji 1ê Tîrmehê ve qonaxa sêyem a asayîbûna jiyanê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bi rakirina sînordakirina çûn û hatinê û geştên di nava bajaran de destpê dike.

Di çarçoveya planên rûbirûbûna Coronayê de, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê çend rêkar ji aliyê hikûmetê ve hatibûn ragihandin û dihatin cîbicîkirin, niha jî qonax bi qonax dest bi rakirina wan rêkaran tê kirin, û jiyan tê asayîkirin.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê daxuyaniyek derbarê qonaxa sêyem a asayîbûna jiyanê li wî welatî belav kiriye û têde ragihandiye, ji 1 Tîrmehê ve bi rakirina sînordarkirina çûn û hatinê û geştên di navbera bajaran de ev qonaxa nû destpê dike.

Ji 1ê Tîrmehê ve hemû cihên kar di wan demjimêrên ku molet bi wan hatiye dayên, dê li pêşya xelkê vekirî bin.

Herwiha bi mercê bikaranîna maske û pêkanîna pakî û mesafeya civakî, sînordariyên nava hotelan jî tên rakirin.

Li gor amarên fermî yên Wezareta Tendirustiya Tirkiyê ku roja Yekşemê 27ê Hezîranê belav kiriye, heta niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê zêdetir ji 49 hezar û 576 kesan bi Coronayê canê xwe ji dest dane, û zêdetir ji 5 milyon û 400 hezar kes jî bi vê vîrusê ketine.