Netanyahu yasaya sereratskirina deshilata dadweriyê ragirt

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî nerazîbûn û xwenîşandanên Îsraîliyan, serokwezîrê wî welatî Benjamin Netanyahu biryar da sererastkirinên desthilata dadweriyê ragire. Netanyahu got bo rawestandina nerazîbûnan, biryar daye xwendina duyem û sêyem bo sererastkirina pirojeyasayê li Knesset rawestîne.

Ew serastkirin, Desshilata Dadgeha Bilind bo derxistina yasayan kêm dike, parlemento jî dikare bi piraniya dengan destêwerdana karê dadgehê bike. Hikûmet dibe xwediyê biryara yekalîker di hilbijartinên dadweran de û ne şert e êdî wezîr tiştên ku rawêjkarên wan dibêjin cîbicî bikin.

Herî dawî Israîlî gihiştin armanca xwe. Wan daxwaz dikir Serokwezîr di yasaya dadweriyê de guhertinan çêneke. Benjamin Netanyahu biryar da sererastkirinê rabigre.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu dibêje: “Bi hestên berpirsyariya nîştimanî, bi vîna rawestandinên nerazîbûnên di nav xelkê me de, min biryar da xwendina duyem û sêyem bo sererastkirina pirojeyasayê li Knesset bi sekinînim, daku dema wê yekê çêbibe ku em bigihin hevdengiyeke berfirehtir.”

Dema di sala 1948ê de Îsraîl hat avakirin, destûr jêre nehat danîn û sîstema nûnerayetiya rêjeyî lê tê cîbicîkirin. Li cihê destûrê, Îsraîlê yasayên bingehîn hene, heta niha jî deshilat û peywendiyên navbera Knesset û deshilata dadweriyê de ne zelal in.

Sala 1990ê, hinek yasay ji deshilata dadweriyê hatin derxistin, deshilatê dide xelkê ku wan projeyasayan ret bike, ku bi piraniya dengên Knessetê hatine qebûlkirin. Ev jî bûye sedema pirsgirêkê di navbera Dadgeha Bilind û hikûmetê de. Wê yekê wisa kiriye, Netanyahu behsa sererastkirina yasaya dadweriyê bike.

Li gorî sererastkirinê, deshilata dadgeha bilind bo derxistina yasayan tê kêmkirin, li parlementoyê jî bi piraniya dengan dikare mûdaxeleyî karê dadgehê bê kirin. Hikûmetê rola yekalîkirinê di hilbijartinên dadweran de hebe. Ne merce êdî Wezîr tiştên ku rawêjkarên wan dibêjin cîbicî bikin.

Netanyahu herwiha got: “Welatiyên Îsraîl, ez ne amademe xelkê ji hev bela-vela bikim. Ev sê meh in ez pêdaçûnê di vê sererastkirinê de dikim û min soza xwe bicih kir, ku ez dawî li vê xetimandinê tînim."

Niha hevpeymaniya rastgiran ku Netanyahu nûnertiya wê dike 64 kursî ji tevaya 120 kursiyên Knesset hene, eger ew sererastkirin çêbûya hikumeta Netanyahu bêyî vegera li deshilata dadweriyê dikarî pirojeyasayê derbas bike, ev jî bibû sedema tirsa xelkê.