WAN-IFRA baştirînên medyayên dijîtal xelat dike
Dubey (Rûdaw) – Komeleya Cîhanî ya Rojname û Weşanan (WAN-IFRA) li Dubey îro bi merasîmekê baştirînên medyayên dijîtal xelat dike.
13emîn Konferansa Komeleya Cîhanî ya Rojname û Weşanan a Rojhilatê Navên li Dubey îro Çarşemê (28.02.2018) tê sazkirin. Di çaçoveya merasîmê de baştirînên medyayên dijîtal yên sala 2017ê dê bêne xelatkirin.
Komeleya Cîhanî ya Rojname û Weşanan, Hezîrana 1948ê li Parîsê ji aliyê Yekîtiya Rêvebirên Rojnameveyên Netewî ve hate damezrandin.
Komeleya navborî ji 120 welatan 73 yekîneyên rojnameyên netewî, 11 ajansên nûçeyan, 9 torên medyayî yên heremî û 18 hezar rojnameyan lixwe digire.
Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed û Rêveberê Portala Rûdawê Hêmin Lihonî beşdarî Konferansa Komeleya Cîhanî ya Rojname û Weşanan WAN-IFRAê bûne.
Hezîrana 2009ê WANê ligel saziya IFRA ya ji bo nûçeyan weke lêkolînan dike bû yek û navê wê bû WAN-IFRA.