Berpirsên Lubnanê: Heta niha 400 penaber vegeriyane Sûriyê

Hewlêr (Rûdaw) - Penaberên Sûriyê li Libnanê di rewşeke gelekî dijwar de dijîn, hejmareke van penaberan tevî hemû metirsiyan neçar dibin vegerin Sûriyê. Duh karwanekî koçberan ku ji 750 kesan pêk dihat ji Ersala Libnanê berê xwe dan Sûriyê. Koçberekî Sûriyê dibêje mirov biçe ku derê jî dawiya dawî dê vegere ser axa welatê xwe û ti dever ji axa welat şêrîntir nînin. Berpirsên Libnanê jî dibêjin ku ji bo vegera koçberên Sûrî, herî kêm 2 hezar û 400 Sûriyan navên xwe tomar kirine, lê hikûmeta Sûriyê ji bo vegera wan tenê navên hezar û 700 kesan erê kiriye. Libnan dibêje heta niha 400 kes vegeriyane Sûriyê. Neteweyên Yekbûyî jî dibêje 825 hezar û 81 penaberên Sûrî li Libnanê dijîn.

Karwaneke 750 penaberên Sûrî, roja Çarşemê 26ê Cotmeha 2022an, ji navçeya Ersal a Lubnanê, berên xwe daye Sûriyê.

Ev proseya vegerandinê, di demekê de ye ku, li gorî hin zanyariyan, ji her 10 penaberên Sûrî 9 kes di hejariyeke mezin de dijîn. Beşek ji wan jî dibînin ku, welat ji her derê şêrîntir e.

Penabera Sûrî ji navçeya Qelemûn Um Xalid anî ziman, “Em kêfxweş in ku vedigerine welatê xwe. Mirov gelekî kêfxweş dibe. Dawiya dawî, mirov dê vegere welatê xwe. Egere here Ewropa û kûderê jî, lê her welatê mirov şêrîntir e. Ma tiştek ji welat şêrîntir heye?”

Berpirsên Lubnanî dibêjin, ew rêzê li biryara penaberên Sûrî digirin, û ji bo beşdarbûna di vî karwanî de, bêhtir ji 2 hezar û 400 penaberî navên xwe tomar kiribûn, lê hikûmeta Sûriyê tenê rê da 1 hezar û 700 kesî ji bo vegerin, lê beşekî ji wan kesên ku navên wan hatibûne pejirandin, biryar da ku venegerin.

Serokê Şaredariya Ersal Basil el-Hecîrî got, “Li gorî hebûna kesên Sûrî li Lubnanê, ev hejmar hindik e. Eger em behsa sedên yan hezarên yan sedên hezarên kesan bikin ku li vê derê ne, lê her rêyeke hêsankirî heye ji bo vegera bo Sûriyê, em rêzê li xwestek yan biryara welatiyê Sûrî dikin ku, di vî warî de bide, eger diyar bike li Lubnanê bimîne yan here Sûriyê. Alîkarî jî di navbera desthilatên Lubnanê û Sûriyê de heye.”

Datayên Ewlehiya Giştî ya Lubnanê, ragihandiye ku, di çarçoveya proseyên vegerê de, heta niha bêhtir ji 400 hezar penaberên Sûrî hatine vegerandin bo Sûriyê.

Komisyona Bilind a Karûbarên Penaberan a ser bi Neteweyên Yekbûyî jî, ragihandiye ku 825 hezar û 81 penaberên Sûrî li Lubnanê dijîn.

Ev yek di demekê de ye ku, ev 12emîn sal e Sûriye di krîzeke aloz de dijî û li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî, ji tevaya 23 milyon nişteciyên Sûriyê, berî wê krîzê, aniha bêhtir ji 13 milyon kesî li wî welatî pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî heye.