Ceiferî: Hûsiyên Yemenê xwedî cemawer in
Navenda Nûçeyan- Wezîrê Derve yê Iraqê, Îbrahîm Ceiferî diyar dike ku çareseriya herî baş ji bo krîza Yemenê, çareseriyeke siyasî ye û dibêje, çareseriyên leşkerî wê encamên wê berûvajî bin.
Îbrahîm Ceiferî ragihand ku Iraq dixwaze li Yemen û li her welatekî din ku krîz tê de derketine, çareserî bi rêyên aştiyane û siyasî pêk werin.
Ceiferî di hevpeyvînekê de ligel rojnameyeke erebî dide zanîn ku, Hûsiyên Yemenê xwedî cemawer in û dibêje: “Eger na, gelê Yemenê bi xwe dikare wan ji ser desthilatê rake.”
Derbarê operasyonên asmanî yên Siûdiyê û hevpeymanên wê li dijî Hûsiyan de, Wezîrê Derve yê Iraqê diyar dike ku ew ti carî ne ligel wê prensîpê ne ku destêwerdan di karûbrên navxweyî yê her welatekî de bê kirin.
Ji aliyekî din ve, Serokê Rûsyayê, Vladimir Putin daxwaz kir ku şerê li Yemenê yekser bê rawestin û çareseriyeke aştiyane ji bo nakokiyên li wî welatî bê dîtin.
Serokayetiya Rûsiyayê ragihand: “Ev yek nîşaneke ku Rûsya li hember pêşhatên li Yemenê gelekî dilgiran e.”
Balafirên Erebistana Siûdiyê û welatên hevpeymanên wê, îro çend navendên Hûsiyan û çekdarên serokê berê yê Yemenê Elî Ebdilla Salih li 3 parêzgehan kirin armanc.
Operasyona di bin navê Bahoza bi Biryar de îro jî berdewam dike û balafiran navendên Hûsiyan û çekdarên alîgirên wan li parêzgehên Senha, Sehde û Meiribê bombebaran kirin.
Li gor çavkaniyên nûçeyan, balafiran navçeya Ketif Elbîqah li bakurê parêzgeha Seidayê û navçeya Şeda li heman parêzgehê bombebaran kirin.
Hat gotin ku di encama her du êrişan de 15 kes hatine kuştin.
Li paytexta Yemenê Senhayê jî, balafirên Siûdiyê û hevpeymanên wê, derdora koşka serokayetiyê û navendên Hûsiyan li wir bombebaran kirin.
Herwiha derengiya şevê jî navendên zêrevanên komarî yên alîgirên Elî Ebdilla Salih û navenda Dêlmî ya asmanî li nêzîk Senhayê kirin armanc.
Her li gor çavkaniyên nûçeyan, balafirên hevpeymaniya erebî navendeke hêzên asmanî li parêzgeha Meiribê ya tije petrol li rojhilatê Senhayê bombebaran kirin ku di encam de radarên li navendê ku ji aliyê Hûsiyan ve dihat bikaranîn, hat têkbirin.