Pisporekî leşkerî yê Rûsî: Artêşa Tirkiyê li Efrînê tengav bûye

Navenda Nûçeyan – Pisporê serbazî yê Rûsî Vladimir Yevseyev, ragihand ku amadekariyeke baş bo operasyona Efrînê nehatiye kirin û got: “Artêşa Tirk li qadê tengav bûye. Evna jî mînaka herî xirab a operasyoneke leşkerî ye. Artêşa Azad jî nikare pêş bikeve.”

 

Vladimir Yevseyev diyar kir ku Artêşa Azad a Sûriyê nikare şer bike û hejmara yekîneyên Tirkiyê jî li herêmê têra êrîşê nake.

 

Yevseyev destnîşan kir ku li Efrîn û derdora wê hejmara şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li derdora 15 hezar kes in û di rewşa seferberiyê de jî ev hejmar digihîje 30 hezar kesan, ji bo ku Artêşa Tirkiyê pêş bikeve divê herî kêm 2.5 qatê wê hejmarê leşkerên wê hebin, lê hêzeke bi vî awayî nehatiye pêkanîn.

 

Yevseyev amaje bi wê yekê kiriye ku hêzên Tirkiyê li deverên çiyayî ji bo ku pêş bikevin rêya bejahiyê bi kar tînin û dibêje: “Dibe ku yekîneyeke leşkerî ya ku li ser rê ye, wesayîtên wan ên li pêş û li paş werin teqandin û bi hêsanî werin sekinandin. Ji bo pêşketinê divê rêyên bejahî neyên bikaranîn, hîç kesek nikare wiha bi asanî şer bike.”

 

Vladimir Yevseyev eşkere kir ku bombebaranên ku hêzên esmanî pêk tînin bi têra xwe ji operasyonê re sûd nadin û got: “Bi rastî Artêşa Tirkiyê bêyî piştgiriya esmanî pêşve diçe û ev jî sedema tengavbûna wan a li wê derê ye.”

 

Pisporê serbazî yê Rûsî Vladimir Yevseyev da zanîn ku hêzên esmanî ji bo bombebaranê ji gelek bilindahiyê bombeyên ku serbest têne berdan bi kar tîne û ev yek gelek 'komîk e' ku îhtimala lêxistina armancê dadixin sifirê.

 

Yevseyev herwiha eşkere kir: “Artêşa Tirkiyê ku ji hefteyekê kêmtir şer kir, li wir tengav bû. Çima? Lewra li wir bi awayekî pratîk artêşa Tirkiyê tine ye. Piştgiriya topxane û yekîneyên tankan hene, yekîneyên ku hewl didin pêş bikevin Artêşa Azad a Sûriyê ne ku bi rastî hêza wan a pêşketinê tine ye.”