Wezîra Karên Derve ya Almanyayê: Agirbesta şerê Libnanê gelekî nêzîk e

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock eşkere kir ku mijara serekî ya Wezîrên Karên Derve yê G7ê agirbesta Libnanê ye.

Annalena Baerbockê da zanîn ku hemû alî nêzîkî agirbestê bûne.

Wezîrên Karên Derve yên G7ê ku 7 welatên aboriya wan herî mezin ên cihanê ne li Floransaya Îtalyayê civiyan.

Piştî civînê Annalena Baerbock di konferansa rojnamegeriyê de axivî û da zanîn ku agirbesta Îsraîl û Hizbulahê gelekî nêzîk e.

“Amerîka û Fransayê rol girtin”

Annalena Baerbockê her wiha di berdewamiya axaftina xwe jî got:

"Bi rola Amerîka û Fransayê agirbest û gihiştina çareseriya siyasî li ser bingeha projeyasaya 1701 a Neteweyên Yekbûyî (NY) gelekî nêzîk e.

Niha şerê Îsraîlê û Hizbulahê di demeke hesas û hestiyar de ye û agirbest nêzîk e.

Li gorî tecrûbeya çend mehên berê xwe li hêviya wê bihêlin divê em encamê bibînin.

Ti hinceta Îsraîlê ya bi agirbestê razî nebe nemaye.”

Çekdarên Hizbulahê dê ji sînor vekişin

Wezîra Karên Derve yê Almanyayê amaje bi wê yekê kir ku Fransa û Amerîkayê ji bo agirbestê roleke aktîf lîstine.

Li gorî pêşniyaza Amerîkayê, qonaxa yekem a agirbestê dê 2 mehan berdewam bike û di wê çarçoveyê de dê çekdarên Hizbulahê ji navçeyên başûrê Lubnanê  û ji ser sînorê Îsraîlê û ji başûrê çemê Lîtanî vekişin.

Artêşa Libnanê jî dê li ser sînorê Îsraîl û Libnanê bi cih bibin.

Çemê Lîtanî li Geliyê Beqayê ye û bi qasî 20 kîlometreyan dûrî sînorê Îsraîlê ye.

Xaleke din a pêşnûmeyê jî ew e ku heger binpêkirinek were kirin, mafê Artêşa Îsraîlê heye ku li nav axa Libnanê operasyonên leşkerî pêk bîne.

 Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Antonio Tajani jî amaje bi wê yekê kir ku Îtalya amade ye roleke zêdetir a aştiyê li Libnanê wergire.

Cara ewil Wezîrên Karên Derve yên Erebistana Siûdî, Misir, Urdun, Îmarat, Qeter û Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî jî tevlî civîna Wezîrên Karên Derve yê G7yê bûn.

Balyozê Îsraîlê yê NYyê Danny Danon jî eşkere kir di mijara agirbesta Îsraîl û Libnanê de pêşketin heye.

Şerê Xezeyê yê Îsraîl û Hemasê piştî êrişên Hizbulahê yên li nava axa Îsraîlê derbasî Libnanê jî bû.

Îsraîl ji 20ê Îlona 2024an ve bi tundî êrişî başûr û rojhilatê Libnanê dike û Hizbulaha Libnanê jî bi mûşek û dronan êrişî axa Îsraîlê dike.

Li gorî NYyê 560 hezar Libnanî ji ber êrişên Îsraîlê derbasî nava axa Sûriyeyê bûne û şerê Îsraîl û Hizbulahê bandorê li milyonek û 450 hezar kesî kiriye.

NYyê her wiha eşkere kir ku 400 hezar koçberên Sûriyeyî yên ji ber şerê navxwe çûbûn Libnanê dîsa vegeriyane welatê xwe.

Li gorî zanyariyên Rûdawê heta niha 250 welatiyên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê ji ber êrişên Îsraîlê li Libnanê canê xwe ji dest daye û 240 kes jî birîndar bûne.