Netanyahu çû Xezeyê: Kes nikare me rawestîne

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu çû Xezeyê.

Piştî şerê Hemas û Îsraîlê dest pê kiriye ev cawa ewil e ku Netanyahu diçe Xezeyê.

Binyamin Netanyahu li bakurê Xezeyê seriyek da leşkerên welatên xwe û da zanîn ku ew dê şerê xwe heta dawiyê bidomînin.

“Ti kes nikare me rawestîne”

Binyamin Netanyahu li vê derê ji leşkerên Îsraîlê re axivî û got:

“Em dê heta bi dawiyê, heta bi serkeftinê berdewam bikin. Ti kes nikare me rawestîne.

Ew îrade û biryardariya me heye ku em bigihin hemû armancên xwe û em dê bigihin wan armancan.”