Di êrişên li Xezeyê de 25 rojnamegeran canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî nêzîkî sê hefteyan, herî kêm 25 rojnamevanan li Xezeyê canê xwe ji dest da, 22 ji wan di encama êrişên Îsraîlê yên bo ser bajêr de bûne qurbanî.

Rojnameger jî ji brûskên agirê şerê Xezeyê ne bê beş in.

Piştî nêzîkî sê hefteyan, herî kêm 25 rojnamevanan li Xezeyê canê xwe ji dest da, 22 ji wan di encama êrişên Îsraîlê de bûne.

Rojnameger hevawayê xelkê sivîl di nav tirs û xofê de dijîn, her çiqas cihên ku ew lê dimînin û rewşê dişopînin eşkere ne lê ew jî dibin armanc.

Rojnameger Wissam Yassine got, “Du hefte ye em li Xan Yunis in, ji nav nexweşxaneyê rûmalê dikin li nav nexweşxanê yan di nav otomobîlê de radizên.

Car car jî diçin tuwaletê. Em hewl didin kêm bixun û binivin daku kêmtir biçin tuwaletê.”

Wael Dahdouh, rojnamegerê Kanala Cezîre ye, di dema rûmalê de nûçeya canjidestdana jin, keç û kurê wî yê biçûk gihandinê.

Peyamnêrê Cezîreyê yê li Xezzeyê Wael Dahdouh got:

“Bêguman karesateke mezin hat sere me. Trajediyeke mezin li dijî jin û zarokan hatiye kirin. Ji belayê ne kêmtir e. Hejmareke zêde ya malan hatine bombebarankirin. Ev tiştekî normal e bo Îsraîlê.”

Ji wan 25 rojnamevanên canê xwe ji dest daye, 20 Filistînî ne, sê Îsraîlî û duyên din biyanî ne.

48 ofîsên ragihandinê hatine bombebarankirin.

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) kuştina rojnamegeran şermezar kiriye û pêşbînî dike hejmara îsal a kuştina rojnamegeran ji ya par ne kêmtir be ku 67 rojnameger hatibûn kuştin.