Deriyê Sînor ê Mêhran heta demeke nediyar hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Deriyê Sînor ê Mêhran li parêzgehe Îlam a Rojhilatê Kurdistanê bi armanca rêgirtin li berbelavbûna Coronayê heta demeke nediyar hat girtin, lê çûn û hatina bazirganî berdewam dibe.

Rêveberê Emnî yê Parêzgeha Îlam Cewher Nadirî dibêje: “Bi armanca parastina tedbîrên tendirûstî û çavdêriya protokolên tendirûstî Deriyê Sînor ê Mehran hatiye girtin.” Deriyê Sînor ê Mêhran li Rojhilatê Kurdistanê ligel Iraqê hevsînor e.

Rêveberê Karûbarê Sînoran li Wezareta Navxwe ya Îranê Husên Qasimî êvara 24ê Adara 2021ê ragihand ku hemû deriyên sînor ên Îranê ligel Iraqê heta 10 rojên din tên girtin û got: “Yên li Herêma Kurdistan û Iraqê endazyar an karsaz in, rêya çûn û hatinê bo wan tê dayîn.”

Hevdem Rêveberê Parastina Jîngeha Mehabad Faruq Suxenwer jî dibêje, Şikefta Seholan ya wî bajarî bo rêgirtina li berbelavbûna Coronayê hatiye girtin. Şikefta Seholan cihekî geştyarî yê Rojhilatê Kurdistanê ye û salane hezaran kes serdana wê derê dikin.

Faruq Suxenwer daxwaz ji wan kesên xwestine serdana Şikefta Seholan bikin kiriye ku serdana xwe bo demeke din paşbixin. Di rojên borî de ji ber zêdebûna çûn û hatina rojên Newrozê hejmara kesên bi vîrûsa Coronayê ketine li Rojhilatê Kurdistan û Îranê zêde bûye.