Ava Çemê Feratê kêm bûye: ‘Tirkiyeyê bi awayekî eşkere av girtiye’

Hewlêr (Rûdaw) - Asta ava Çemê Feratê bi awayekî berbiçav daketiye.

Cotkarên herêmê ji bo avdana zeviyên xwe yên çandiniyê astengî û zehmetiyan dibînin.

Hemed Uweyidê ku cotkarekî ji Reqayê ye got:

"Her sal asta avê dadikeve, salane bi qasî 500 metreyî kêm dibe. Niha temaşeyî ava Çemê Feratê bike, nêzîkî kîlometreyekê ji me dûr dikeve."

Ji ber ku ava çem ji zeviyên cotkaran dûr dikeve, cotkar ji bo avê derxin û bigihînin zeviyên xwe naçar in pompe û motoran bi kar bînin.

Li bajarê Tebqeyê yê li rojavayê Reqayê jî asta ava Gola Bendava Feratê bi awayekî diyar daketiye û bandoreke neyînî li masiyan û pîşeya masîgirtinê dike.

“Av gelekî pîs bûye”

Pisporê Çavkaniyên Avê Ehmed Elî bal kişand ser pîsbûne avê û destnîşan kir:

"Xelkê Reqayê bi rêya pompeyan ava Çemê Feratê bi kar tîne lê ji ber daketina asta avê, av gelekî pîs bûye.

“Ji ber ku bakurê Sûriyeyê elektrîka xwe ji bendavên li ser çem dabîn dike, kêmbûna avê jî bandor li demjimêrên peydakirina karebayê kiriye”

Xelkê navçeyê derbarê daketina asta ava Çemê Firatê de, Tirkiyeyê bi girtina avê tohmetbar dikin.

“Nexweşî belav bûne”

Mihemed Trikiyê ji Reqayê jî wiha qala rewşê kir:

"Tirkiyeyê bi awayekî eşkere av girtiye, em tenê ji sedî 10ê ji pişka ku ji Sûriye û Îraqê re hatiye veqetandin sûdê dibînin.

Daketina asta ava Çemê Feratê pirsgirêk anîne holê. Nexweşî belav bûne û ji ber vê yekê derd û êşên me zêde dibin."

Li gorî Rêkeftina Sûriye-Trikiyeyê ya sala 1987an a derbarê ava Çemê Feratê de, divê Tirkiye di her çirkeyekê de 500 metre sêca av berde ji Sûriyeyê re.

Herçend rêkeftin vê bêje jî berpirsên Sûriyeyê dibêjin ku Tirkiye di çirkeyekê de kêmî 200 metre sêca av berdide.