Hizbulah: 3 endamên me hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Hizbulaha li Libnanê ragihand ku di navbera wan artêşa Îsraîlê de şer û pevçûnan rû daye.

Li gorî daxuyaniya Hizbulahê, di van pevçûnan de 3 endamên wan hatine kuştin.

Hizbulahê  di daxuyaniya xwe de wiha got:

"Dema wan peywira cihadê pêk dianî Elî Ednan Artel, Mistefa Hiseyn, Îbrahîm Mihemed Qeşmer hatin kuştin."

Ji aliyê din ve ajansa fermî ya nûçeyan a Libnanê NNAyê ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê başûrê Libnanê bombebaran kiriye.

Ji 8ê Çiriya Pêşînê ve 30 mensûbên Hizbulahê ji aliyê Îsraîlê ve hatine kuştin.