Cêwiyên Sûrî yên bi hev ve dê li Siûdiyê ji hev bên cûdakirin

Hewlêr (Rûdaw) - Jineke Sûrî li Tirkiyê 2 zarokên cêwî anîn, her du bi hev ve ne, bedeneke bi 2 seriyan. Malbata ku weke koçber li Tirkiyê dimîne, ji bo ku her du seriyên zarokê xwe ji hev cuda bike, çû bajarê Riyazê yê Siûdiyê.

Dayik û bavê wan zarokan gelekî bi heyecan in, ji bo ji hev cudakirina laşê zarok. Li gorî zanyariyên Navenda Şah Selman a li Riyadê, heta niha 57 emeliyatên ji hev cudakirina zarokên bi 2 seriyan li wê navendê hatine kirin.

Li Riyaz a paytexta Erebistana Siûdî di ambulansê de, du cêwiyên bi hev ve hene ku bi cêwiyên siyamî têne naskirin.

Li Navenda Şah Selman a ji bo Hawarçûn û Karên Mirovî, li bajarê Pizîşkî yê Şah Ebdul-Ezîz li Riyazê, neştergeriya veqetandina her du cêwiyan bi serkeftî biserî bû.

Ew cêwî ji malbateke xelkên Sûriyê ne lê bi mebesta encamdana neştergeriya veqetandina her du cêwiyên bi hev ve, ji Enqere ya paytexta Tirkiyê çûne Riyazê. Dê û bavê cêwiyan, bi coş derbirrîna kêfxweşiya xwe dikin.

Bavê cêwîyên siyamî got, “Bi rêya biraderekî me peywendî kir, em gihîştin Nexweşxaneya Şah Selman a Rewşên Mirovî. Ez bavê her du zarokan im, Bessam û Îhsan El-Salih. Spas ji Xwedê re, bi saya Xwedayê mezin û bi saya xêrxwazên baş, nexweşxaneyê dikaribû alîkariya me bike. Spas ji Xwedê re, wan bersiva xwesteka me da û li ser vê destpêşxeriya baş em spasiya şahnişîniyê û gelê Siûdiyê dikin. Xwedê xêra wan binivîse.”

Li gorî zanyariyên Navenda Şah Selman, heta niha ev 57emîn neştergeriya veqetandina cêwiyên siyamî ye, li Erebistana Siûdî tê kirin.