Serokwezîrê Îsraîlê li ser Refahê daxuyaniyeke nû da

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu derbarê êrişa ku egera wê heye bibe ser Refahê got, "Em dê bikevin Refahê û serkeftineke teqez bi dest bixin."

Ofîsa Ragihandinê ya Hikûmeta Îsraîlê ragihand ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji bo Cejna Purîmê ya ku li gorî baweriya Cihûyan pîroz e, qereqoleke polîsan ziyaret kir.

Netanyahu îdia kir ku Îran dixwaze ku dewleta Îsraîlê ji holê rake.

Netanyahu li ser mijara ku dê êrişî Refaha başûrê Xezeyê bikin jî sekinî û wiha got:

"Em dê bikevin Refahê û serkeftineke teqez bi dest bixin."