Yekîtiya Ereban: Operasyona Efrînê cihê nîgeraniyê ye

Navenda Nûçeyan - Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Ereban Ehmed Ebu Geyt, da zanîn ku desttêwerdana derve dê krîza li Sşriyê kûrtir bike û got: “Em operasyona Tirkiyê ya ser Efrînê bi nîgeranî dişopînin.”


Li ser operasyon û erîşên Tirkiye û grûbên çekdar ên girêdayî wê bo ser Efrînê, daxwiyaniyek jî ji Yekîtiya Ereban hat. Li gor medya Erebî, Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Ereban Ehmed Ebu Geyt, derbarê operasyona Efrînê de got: “Em rewşa li bakurê Sûriyê, bi taybetî rewşa Efrînê ku bûye armanca operasyona Tirkiyê, bi nîgeranî dişopînin.”


Geyt da zanîn ku desttêwerdana ji derve dê krîza li Sûriyê kûrtir bike û bibe sedema tevlîheviyan jî.