CENTCOM: Me gelek dronên Husiyan xistin

Hewlêr (Rûdaw) – CENTCOMê ragihand ku wan gelek dronên Husiyan xistine xwarê.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) da zanîn, Husiyan ji Yemenê bi gelek dronan êrişî keştiya wan a li Deryaya Sor kiriye.

Li gorî CENTCOMê, hêzên wan bersiv daye vê êrişê û gelek dronên Husiyan xistine.

Li gorî daxuyaniyê, ti xisarên madî û canî yên hêzên Amerîkayê çênebûne.

Piştî ku 7ê Çiriya Pêşînê şerê Hemas û Îsraîlê dest pê kir, Husî gelek gefan li Amerîka û Îsraîlê dixwin.

Husiyan 19ê vê mehê li Deryaya Sor keştiyek tevî 25 kesên tê de revandibû.

Li gorî Husiyan, keştiya bi "Galaxy Leader" a şirketeke Îsraîlî ye.

Berdevkê Husiyan Mihemed Evdilselam li ser revandina keştiyê daxuyaniyek dabû û gotibû, “Ev hîn destpêk e.”

Mihemed Evdilselam herwiha ragihand, “Heta êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê nesekinin em dê li Deryaya Sor çalakiyên xwe bidomînin.”