Hemasê dîmenên dîlên Îsraîlî yên ku hatin berdan belav kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Hemasê di tura heftemîn a pevguhertina dîlan de ya di çarçoveya peymana agirbest û pevguhertina dîlan de li Xezeyê 6 dîlên mêr ên Îsraîlî radestî ekîbên Xaça Sor a Navneteweyî kir û dîmenên teslîmkirinê belav kirin.

Di dîmenan de tê dîtin ku Hemas dîlên Îsraîlî berdidin lê du dîlên Îsraîlî yên bi navê Eviatar Davir û Guy Gilboa-Dallal jî berdana wan temaşe dikin.

Di dema berdanê de her du dîlan got, "Ji kerema xwe me jî berdin û em vegerin malên xwe. Em diayan ji we re dikin."

Dîlan bangî Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu kir û got, "Hey Netanyahu te em kuştin."

Dîlan anî ziman ku ew dixwazin vegerin malên xwe û wiha got, "Em jî bi wan re 500 roj in dîlgirtî ne. Çi dibe me jî berdin."

Dîlan bal kişand ku êrîş ne çareserî ye û wiha got:

"Em niha dibînin ku hevalên me tên berdan. Danûstandin  dê bidomînin, li hev bikin û vê yekê çareser bikin.

Wek hikûmeta Îsraîlê peymana ku we dest pê kiribû temam bikin. Zexta leşkerî ne çarserî ye."