Erdogan diçe Şamê

Hewlêr (Rûdaw) - Karbirêvebirê Demkî yê Balyozxaneya Tirkiyeyê ya Şamê Burhan Koroglu ragihand ku dê Recep Tayyîp Erdogan here Şama paytexa Sûriyeyê.

Piştî ku 8ê vê mehê dawî li desthilata Esed hat Tirkiye hewl dide pêgeha xwe ya li Sûriyeyê xurt bike.

Tirkiyeyê piştî 12 salan balyozxaneya xwe ya Şamê vekir û Serokê Saziya Îstixbaratê ya Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahim Kalin jî çû Şamê û bi Colanî re hevdîtin kir.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî ragihandibû ku Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan dê here Şamê.

Karbirêvebirê Demkî yê Balyozxaneya Tirkiyeyê ya Şamê Burhan Koroglu di bernameyeke televîzyonê de ragihand, Erdogan jî difikire ku piştî Hakan Fîdan here Şamê û got:

“Dê li gel Sûriyeyê pêwendiyeke me ya wekî serdama Osmaniyan hebe û ez vê yekê teqdîr dikim.”

Li gorî agahiyan, berî çûna Erdogan li seranserê xeta Hema, Hums û Îdlibê ji hewa û bejahiyê ve xebatên ewlehiyê dest pê kiriye.