Balafirên şer bombe bi ser Yemenê de barandin
Hewlêr (Rûdaw) - Balafirên şer ên Amerîka û Brîtanyayê Sanaya paytexta Yemenê bombebaran kirin.
CENTCOMê da zanîn ku ev êriş ji bo ewlehiya hêzên Amerîka û Hevpeymaniyê yên li herêmê hatiye kirin.
Sanaya paytexta Yemenê doh ji aliyê hêzên Amerîka û Hevpeymaniyê ya ku ji Amerîka û Brîtanyayê pêk dihat rastî êrişeke asmanî ya dijwar hat.
Di êrişê de baregeh û depoyên mûşekên balîstîk ên Hûsiyan bûn hedef, li herêmê zerereke mezin derket holê.
Welatiyên Yemenê vîdeoya dema êrişê tomar kir û li ser medyaya civakî parve kir.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) daxuyanî da û diyar kir ku êriş ji bo jinavbirina hedefên girîng ên leşkerî yên Hûsiyan hatiye kirin.
CENTCOMê di daxuyaniyê de anî ziman:
“Armanca êrişan ew bû ku baregeh û depoyên mûşekên balîstîk ên Hûsiyan werin jinavbirin.”
Hat diyarkirin ku operasyona CENTCOMê bersiva êrişên Hûsiyan ên li dijî hêzên Amerîkayê yên li herêmê ye.
Di êrişê de navendeke fermandariyê ya Hûsiyan û depoyên mûşekan hatin jinavbirin.
Hêzên CENTCOMê gelek dronên Hûsiyan û mûşekeke li dijî keştiyan teqandin.
Hat ragihandin, operasyona ku bi mebesta rêgiriya li êrişên li ser keştiyên şer ên Amerîkayê yên li Tengava Bab El-Mendeb û Kendava Adenê yên li başûrê Yemenê ye, wekî gaveke ji bo dabînkirina ewlehiya hêzên Amerîka û Hevpeymaniyê hatiye kirin.
Êriş piştî ku doh serê sibehê ji Yemenê, li Tel Evîva Îsraîlê hat mûşekbarankirin û di encamê de 16 Îsraîlî birîndar bûn hat kirin.