Hakan Fîdan: Tirkiye dostê herî mezin ê Hewlêrê ye

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Karên Dervê yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan got, “Li herêmê dostê herî mezin ê Hewlêrê Tirkiye ye.”

Wezîrê Karên Dervê yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, di civîna Lijneya Plandanîn û Budceyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê de axivî.

Parlamenterên HEDEPê rexne li Tirkiyeyê girtin ku dijminatiya Kurdan dike.

Hakan Fîdan bersiv da van rexneyan û  got:

“Hinek parlamenter bi zanebûn wiha nîşan didin ku em dijminatiya Kurdan dikin. Em vê ji binî red dikin. Mijareke wisa nîne, em dijminê PKKyê ne.”

“Niha li herêmê dostê herî mezin ê Hewlêrê kî ye?”

Wezîrê Karên Dervê yê Tirkiyeyê da zanîn ku pêwendiyên wan û Herêma Kurdistanê baş in û berdewam kir:

“Çi Kurd be çi Ereb be heta ku berê sîlehê nedin me, ti pirsgirêka me bi kesî re nîne.

Niha li herêmê dostê herî mezin ê Hewlêrê kî ye? Komara Tirkiyeyê ye. Ma ne reveberiya Kurdan e? Belê, rêveberiya Kurdan e.

Hewlek heye ku dewleta Komara Tirkiyeyê wekî dijminê Kurdan nîşan bidin. Ev zimanekî şaş e, ez vî zimanî qebûl nakim.”