Gelo dê Tirkiye ji Başûrê Kurdistanê derkeve?

Hewlêr (Rûdaw) – Navenda Têkoşîna bi Dezenformasyonê re ya Serokkomariya Tirkiyeyê ragihand ku xeberên li ser vekişîna wan a ji Başûrê Kurdistanê ne rast in.

Hefteya borî li şandeyên Tirkiye û Îraqê li Enqereya paytexta Tirkiyeyê 4emîn “Civîna Mekanîzmaya Ewlehiyê ya Asta Bilind” kir.

Di vê civînê de peymaneke ewlehiyê jî hat îmzekirin.

Piştre hat îdiakirin ku divê Tirkiye li gorî vê peymanê ji axa Herêma Kurdistanê vekişe.

Navenda Têkoşîna bi Dezenformasyonê re di daxuyaniya xwe de got, “Di Peymana Ewlehiyê de tiştekî wiha nîne.”

Navendê got ku dê şerê wan ê bi PKKyê re berdewam bike û xwest ku kes guh nede agahiyên nefermî.