‘Rêveberiya Tel Evîvê li dijî Îranê amadehiya êrişeke mezin dike’

Hewlêr (Rûdaw) - Çapemeniya Îsraîlê ragihand ku rêveberiya Tel Evîvê ji bo bersiva êrişa mûşekan a 1ê Çiriya Pêşînê li dijî Îranê amadehiya êrîşeke mezin dike.

Televîzyona dewletê ya Îsraîlê KANê ragihand ku Îsraîl li dijî Îranê amadehiya êrişeke mezin dike.

Televîzyona KANê ev nûçeya xwe spartiye rayedarekî Îsraîlî lê navê rayedar eşkere nekiriye.

Li gorî nûçeyê amadehî wisa tên kirin ku eger ji Îranê bersivek were jî sîstema parastinê hatiye bihêzkirin.

Hat gotin ku kabîneya ewlehiyê ya Îsraîlê dê bicive, îhtimaleke mezin e ku kabîne dê biryarê bide û rayeya dema êruşê bide Netanyahu û Wezîrê Parastinê Yoav Gallant.

Îranê 1ê Çiriya Pêşînê bi mûşekan êrîşî Îsraîlê kiribû.

Rêveberiya Tel Evîvê ragihandibû ku ew dê bersivê bidin wê êrişa Îranê.