Amerîka daxwaz ji aliyên Sûriyê dike rêz li agirbestê bigirin

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozxaneya Amerîkayê ya li Sûriyê, daxwaz ji aliyên krîza Sûriyê dike ku rêz li agirbestê bigirin, rewşê aram bikin û jiyana xelkê sivîl biparêzin.

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Sûriyê îro, li hejmara xwe ya Twitterê peyamek belav kir û ragihand, ew “zêdebûna tundûtûjiyê” û êrişên li nava xaka Sûriyê şermezar dikin.

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Sûriyê, dibêje, “Amerîka zêdebûna tunûtûjî û êrişên roja 20ê Cotmehê dike. Em daxwaz ji hemû aliyan dikin ku rêz li agirbesta niha bigirin û bala wan li ser aramkirina rewşê û parastina jiyana xelkê sivîl be.”

Ev daxuyaniya Balyozxaneya Amerîkayê ya li Sûriyê di demekê de ye ku firokeyeke bêfirokevan a Tirkiyê duh otomobîla Hevserokê Encûmena Dadê ya Rêveberiya Xweser a li Kobanî Bekir Cerad li ber avahiya encûmenê ya li taxa Kobaniya Nû bombebaran kiribû.

Di encama wê êrişa Tirkiyê de, 2 karmendên rêveberiyê jiyana xwe ji dest dabûn û Bekir Cerad û hejmareke xelkê sivîl birîndar bûbûn.

Ev êriş hevdem bû li gel çaremîn salvegera kontrolkirina Reqqayê bi serkirdayetiya hêzên Kurdî ji destê DAIŞê ku paytexta wê rêxistinê bû li Sûriyê.

Piştî êrişa Tirkiyê ya li gel komên çekdar bo ser Rojavayê Kurdistanê dicotmeha 2019an de, ji bo rawestandina şer û pevçûnan, bi navbeynkariya Amerîkayê, agirbest hatibû ragihandin.

Fermanderê Giştî yê HSDê Mezlûm Kobanî jî derbarê êrişa Tirkiyê de îro peyamek belav kir û ragihand ku “Tirkiye rêkeftinên li Sûriyê binpê dike” û bang li aliyên garantor kir ku bi erkên xwe rabin.

Mezlûm Kobanî tekez kir ku hemû Sûrî daxwaza aramiyê dikin û got, “Bombebarankirina sivîlan li Kobanî hewldana proveksyonê ye.”

Fermandarê HSDê sersaxiyê ji “malbatên şehîdan” re xwest û diyar kir, “Tirkiye armanc dike şer li herêmê gur bike.”