Tezkereya Sûriye û Iraqê li Parlamentoya Tirkiyeyê ye

Enqere (Rûdaw) – Desteya Wezîrên Tirkiyeyê tezkereya ku rê bide Parlamentoya Tirkiyeyê lêşkeran rêbikê derveyê Tirkiye, îmze kir.

 

Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu, tezkereya ku rê bide Hikûmeta Tirkiyeyê hêzên lêşkerî rêbikê Sûriye û Iraqê da ku operasyona bike, îmze kir û bo Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê şand.

 

Wezareta Derve ya Tirkiyeyê, duhî nivîsa tezkereyê radestî Ahmet Davutoglu kiribû.

 

Sala borî jî ji bo Sûriyê û Iraqê tezkere hatibû derxistin û sedemên wê DAIŞ û PKK hatibûn nîşandan.

 

Sedemên derxistina tezkereyê îsal wiha hat nîşandan: “Gef û metirsiyên li ser ewlehiyamê zêde dibin. Li Bakurê Iraqê (Başurê Kurdistanê), PKKê xwe cih kiriye. Tê dîtin ku li Sûriyê û Iraqê hejmara rêxistinên terorî zêde dibin.”