XEZE – Hejmara kuştiyan 25 hezar derbas kir

Hewlêr (Rûdaw) – Hejmara Filistiniyên ku li Xezeyê  di êrişên İsraîlê de hatine kuştin derket 25 hezar û 105an.

Li gorî amarên Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê, di êrişên artêşa Îsraîlê de 178 Filistîniyên din jî hatin kuştin û hejmara kuştiyan gihişt 25 hezar û 105an.

Li gorî heman amaran, 293 Filistînî jî hatin birîndarkirin û hejmara birîndaran derket 62 hezar û 681ê.

Hat ragihandin ku piştî êrişan gelek birîndar hîn di bin kavilan de ne û tîmên parastinê nikarin xwe bigihînin wan.

Hemasê 7ê Çiriya Pêşîna 2023yan êrişî Îsraîlê kir û bi sedan Îsraîlî hatin kuştin.

Li gorî artêşa Îsraîlê, piraniya wan sivîl bûn û heman rojê nêzîkî 250 Îsraîlî jî hatin dîlgirtin.

Îsraîlê piştî vê yeke êrişî Hemasê kir û niha jî êrişên xwe li navenda Xezeyê didomîne.