Îsraîlê êrişî Xezeyê kir: 73 kes hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê êrişî herêma Meşrû Beyt Lahiyayê ya Xezeyê kir û herî kêm 73 kes hatin kuştin.

Ofîsa Ragihandinê ya Hikûmeta Xezeyê li ser bombebaranê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, balafirên şer ên Îsraîlê herêma Meşrû Beyt Lahiyayê ya li bakurê Xezeyê bi dijwarî bombebaran kiriye.

Di encama bombebaranê de herî kêm 73 kes hatin kuştin ku piraniya wan jin û zarok in.