Îsraîl: Bila hemû dîplomatên me ji Tirkiyeyê derkevin
Hewlêr (Rûdaw) - Îsraîlê bangî hemû dîplomatên xwe yên li Tirkiyeyê kir ku vegerin welatê xwe.
Li gorî agahiyan, dîplomatên Îsraîlê ji ber sedemên ewlehiyê bi awayekî demkî ji Tirkiyeyê derdikevin.
Li gorî medyaya Tirkiyeyê, Îsraîlê bangî tevên welatiyên xwe kir ku Tikiyeyê biterikînin.
Herwiha Îsraîlê xwestiye ku Balyoza Îsraîlê ya Tirkiyeyê Irit Lillian ji vegere welatê xwe.
Ev biryar ji ber nîgeraniyên ewlehiyê hatiye wergirtin û biryareke demkî ye.
Ji ber êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê li piraniya bajarên Tirkiyeyê, li ber avahî û nûnertiyên Îsraîlê xwepêşandan tên kirin.
Di çend rojên borî de hinek xwepêşanderan bi fîşekên hewayî êrişî beşek ji nûnertiyên Îsraîlê yên li Tirkiyeyê kiribû.
Buroya Ewlehiya Niştîmanî ya Îsraîlê, 17ê mehê jî bangî welatiyên Îsraîlê kiribû ku ji Tirkiyeyê derkevin.