Hevserokên HDPê ji Serokkomarê Iraqê re peyam şandin

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokên Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mithat Sancar di peyamekê de bo Serokkomarê Iraqê yê nû pîrozbahiya erka nû li wî kirin û ragihandin, “Em dixwazin wek HDP herdem piştevaniya hewldanên we yên ji bo avakirina hikûmeta nû ya Iraqê û herwiha bihêzkirina aştiya civakî û lihevkirina li seranserê welêt diyar bikin.”

Di peyama xwe de Hevserokên HDPê dibêjin, “Em we pîroz dikin û di erkê we yê nû de ku di van şert û mercên giran ên gelê herêmê tê de derbas dibe de we hilgirtîye em serkeftinê ji we re dixwazin.”

Pervîn Buldan û Mithat Sancar di peyama xwe de ji Serokkkomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd re dibêjin, “hêviyên mezin ji we hene” û piştgiriya HDPê bo hewldanên wî yên taybet bi “pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, bihêzkirina aştiya civakî û lihevkirina li seranserê welêt” radigihînin.

Peyama HDPê ya ji bo serokkomarê nû yê Iraqê bi vî awayî ye:

Birêz Dr. Letîf Reşîd

Serok komarê Iraqa Federal

Bexda

Rêzdar Letîf Reşîd,

Bi boneya hilbijartina we ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve bo Serokatiya Iraq’a Federal

Em we pîroz dikin û di erkê we yê nû de ku di van şert û mercên giran ên gelê herêmê tê de derbas dibe de we hilgirtîye em serkeftinê ji we re dixwazin.

Em dizanin ku gelên Iraqê yên ku berdêlên giran ji bo aramiya siyasî û azadiyan dane û dixwazin li ser bingeha aştî, demokrasî û diyalogê derbasî serdema nû bibin, li ser bingeha lihevkirin, bi hevre jîn û diyalogê, hêviyên mezin ji we hene. Ji bo vê yekê em dixwazin wek HDP herdem piştevaniya hewldanên we yên ji bo avakirina hikûmeta nû ya Iraqê û herwiha bihêzkirina aştiya civakî û lihevkirina li seranserê welêt diyar bikin.

Di çarçoveya ezmûn û zanyariyên we de, em di wê baweriyê de ne ku hûn dê hewl bidin ku pirsgirêkan bi rêyên aştiyane, li ser bingeha lihevkirin û diyaloga di navbera aliyên siyasî de, li gorî pêkhateya pirçandî û nasnameya welat çareser bikin.

Bi vê minasebetê em serkeftineke mezin ji we re di erkê Serokomariya Iraqê de dixwazin û rêz û hurmetên xwe pêşkêşî we dikin.

Pervîn Buldan-Mithat Sancar

Hevserokên HDP'ê

15 Cotmeh 2022