Rûsya: Me hewl da Şam û Rêveberiya Xweser diyalogê bi pêş bixin

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê diyar kir ku wan bi awayekî çalak hewl daye ku Hikûmeta Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser di diyalogê de bin.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zaxarovayê li bajarê St. Petersburgê yê Rûsyayê di Forûma Jinan a Avrasyayê de bersiva pirsên rojnamegeran da.

Edîtorê beşa navneteweyî yê Rûdawê Niyaz Mistefa pirsa pêwendiyên Rûsyayê yên bi Hikûmeta Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê kir.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zaxarovayê di bersiva pirsê de got:

“Rûsya dê têkiliyên xwe bi Sûriye û hikûmeta wê re ku ji aliyê civaka navneteweyî ve tê naskirin, biparêze.”

Maria Zaxarovayê li ser Rêveberiya Xweser jî ji Rûdawê re ragihand:

“Wê bi awayekî yekalî di dema êrişeke terorî ya tund a navneteweyî de, dema ku Şamê hin herêm ji dest da û rûbirûyê dagirkeriya biyanî bû damezirandina xwe ragihand.”

“Rêveberî ji aliyê hikûmeta fermî ve nayê naskirin”

Rûsya di şerê navxwe yê 13 salan de piştgira sereke ya Hikûmeta Sûriyeyê bûye ku sala 2011ê wekî bersivdana xwepêşandanên li dijî Beşar Esed dest pê kir.

Di 13 salan de zêdetirî nîv milyon kesî hatin kuştin û nîvê nifûsa Sûriyeyê koçber bû.

Sala 2015an hêzên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ji bo parastina herêmên xwe hêzeke hevbeş a bi navê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ava kir û piştî çend mehan jî baskê siyasî Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) ragihand.

Di kongreya sêyem a 2018an de dema ku HSD nêzîkî kontrolkirina çeperên dawî yên DAIŞê bû Rêveberiya Xweser wekî pêkhateyeke erdnîgarî û siyasî hat ragihandin.

Zaxarovayê her wiha anî ziman:

“Rêveberî ji aliyê hikûmeta fermî ve nayê naskirin. Her wiha nûnertiya me ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi awayekî çalak hewl daye diyaloga di navbera Şamê û Rêveberiya Xweser de bi pêş bixe.”

Zaxarovayê tekez kir ku Moskow di wê baweriyê de ye ku “Rêveberiya Xweser rasterast di bin zexta Amerîkayê de ye û hêzên Amerîkî li hemû herêmên di bin kontrola rêveberiyê de cih digirin.”

HSD di şerê li dijî DAIŞê de li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hevkarê sereke yê Amerîkayê ye.

“Em bi Herêma Kurdistanê re pêwendiyên xwe bi pêş dixin”

Maria Zaxarovayê di bersiva pirsa pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê de destnîşan kir ku pêwendiyên dostane yên Rûsyayê bi Herêma Kurdistanê re hene û got:

“Em pêwendiyên xwe bi pêş dixin.”

Maria Zaxarovayê her wiha anî ziman:

“Em Herêma Kurdistanê wekî beşeke ji dewleta Îraqê dibînin û pêwendiyên me yên dostane bi Herêma Kurdistanê re hene.”

Maria Zaxarovayê da zanîn ku têkiliyên bazirganî yên di navbera Moskow û Hewlêrê de baştir dibin û got:

“Di navbera me de serdanên dualî yên şandeyan hene.

Bêguman bipêşxistina pêwendiyan dê di berjewendiya her du aliyan de be.”