Îsraîl: Me fermandarekî Hizbulahê kuşt

Hewlêr (Rûdaw) – Artêşa Îsraîlê diyar kir ku di êrişa li Beyrûta paytexta Libnanê de wan fermandarê Hêza Ridwana Hizbulahê kuştiye.

Îsraîlê îro 2 caran êrişî Beyrûtê kir û li gorî zanyariyan di wan êrişan de çend berpirsên Hizbulaha Libnanê hatine kuştin.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Daniel Hagari li ser êrişên Beyrûtê daxuyaniyek belav kir û got:

"Me bi awayekî hûr êrişî Beyrûtê kir.

Di êrişekê de Fermandarê Hêza Ridwana Hizbulahê Ridwan Eqlî û çend serkirdeyên din ên Hizbulahê hatin kuştin.”

Her wiha çavkaniyên nêzîkî Hizbulaha Libnanê piştrast kir ku Fermandarê Hêza Ridwana Hizbulahê Îbrahîm Eqîl di êrişekê de hatiye kuştin.

Li aliyê din Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê diyar kiribû ku li gorî amarên destpêkê herî kêm 8 kes hatine kuştin ku 5 kes ji wan zarok in û 59 kes jî birîndar bûne.

Îbrahîm Eqîl fermandarê Hêza Ridwan e ku berpirsê operasyonên taybet ên Hizbulahê ye û Endamê Tevgera Encûmena Cîhadî ye.

Ew di lîsteya terorîstan a Amerîkayê de cih digire.

Amerîka, Îbrahîm Eqil bi teqîna balyozxaneya xwe ya Beyrûtê tohmetbar dike.